Li Behra Spî karesat: Bi kêmanî 8 penaber mirin

Çûna penaberan a ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve didome û îro hate ragihandin ku li Behra Spî bi kêmanî cenazeyê 8 kesan hatiye dîtin.

Li gorî Gûardîa Costîera ya ku yekîneya ewlekariyê ya peravên Îtalyayê ye, 500 kes hatin rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku cenazeyê 8 kesan hatiye dîtin û ji bo ku penaberên din jiyana xwe ji dest nedin, xebatên rizgarkirinê didomin.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ji 1’ê Çileyê û heta niha 110 hezar penaberan ji ser Behra Spî xwe gihandina welatên Ewrûpayê. Bi qasî 95 hezarê wê hatine Îtalyayê û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 hezar û 385 penaber jî di behrê de xeniqîne.

ÇALAKIYÊN SAZIYÊN ALÎKARIYÊ TÊN ASTENGKIRIN

Li gorî zagona nû ya Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê li ser saziyên alîkariyê yên li Behra Spî wê astengiyên nû werin kirin.

Li gorî vêya çalakiyên van saziyên ên li peravên Lîbyayê tên astengkirin û di dema rizgarkirinê de divê destûrê bidin ku polîsên Îtalyayê têkevin keştiyan. Bêyî destûra rayedarên Îtalyayê neqilkirina penaberan jî hate qedexekirin.

Hat ragihandin ku ji nav 9 saziyên alîkariyê tenê 3 heban ev rêzikên nû qebûl kirine.

Saziyên alîkariyê yên navdewletî li Behra Spî sala borî ji sedî 26, îsal jî ji sedî 35’ê operasyonên rizgarkirinê pêk anîne.