Li Behra Spî di çar hefteyan de 600 koçber xeniqîn

Hate ragihandin ku li Behra Spî di çar hefteyên dawîn de pitik û zarok jî di nav de nêzî 600 koçber xeniqîne.

Bijîşkên Sînornenas û SOS Médîtteranéeyê nerazîbûn nîşanî dewletên Ewrûpayê dan ku nehiştine rêxistinên civakî yên sivîl keştiyan rizgar bikin.

Hate diyarkirin ku di çar hefteyên dawîn de li Behra Spî 600 koçber xeniqîne û ji serê salê û vir ve nêzî hezar û 200 kes xeniqîne.

Herdu saziyên civakî daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ku, “Ev karesat ji ber tunebûna keştiyên rizgarkirinê yên saziyên civakî pêk hatiye.” Saziyan diyar kirin ku berpirsên van mirinan Ewrûpa ye.

Herdu saziyên sivîl nerazîbûn nîşanî biryarên têkildarî koçberan dan ên ku di 28-29’ê Hezîranê de di civîneke Yekîtiya Ewrûpayê de hatibû stendin. Yekîtiya Ewrûpayê diyar kiribû ku ew ê li derveyî axa xwe kampên penaberan ava bike. Rêxistinên civakî yên sivîl jî bangî yekîneyên ewlehiya peravê ya Lîbyayê kiribûn ku bila operasyonên wan ‘asteng’ nekin.

Saziyên sivîl diyar kirin ku ‘Kesên li Behra Spî tên rizgarkirin divê ji dêvila Lîbyayê wan bişînin cihên ewle yên ku di hiqûqa navneteweyî û ya di behrvaniyê de guncav e.”

28 wezîrên karê hundir ên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo nîqaşkirina vê meseleyê ew ê roja Pêncşmê li bajarê Înnsbrûck ê Avûstûryayê bicivin. Wezîr ew ê derfetên astengkirina hatina koçberan a li Ewrûpayê nîqaş bikin.