Li Behra Spî bi hezaran koçber xeniqîn

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (OIM) diyar kir ku ji serê salê heta niha li Behra Spî ji hezar kesî zêdetir jiyana xwe ji dest dane.

Koçberên ku ji ser Lîbyayê dixwazin xwe bigihînin Ewrûpayê, Behra Spî j bo wan bûye goristaneke mezin. Di çend rojên dawîn de 204 kes di behrê de xeniqîne. 103 kes ji ber noqbûna keştiyê û 100 kes jî ji ber wergerandina keştiyeke li rojhilatê Trablûsê jiyana xwe ji dest dan.

Nûnerê OIM’ê yê Lîbyayê Osman Belbeîsî got ku, “Li peravên Lîbyayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin, gelekî zêde dibe.”

Li gorî OIM’ê ji serê salê û heta niha nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Welatên Yekîtiya Ewrûpayê piştî bazariyên demdirêj, roja Înê têkildarî kêşeya koçkirinê li hev kirin. Li gorî vê peymanê ew ê li welatên derveyî sînorên Yekîtiya Ewrûpayê navendên koçberan werin avakirin. Saziyên koçê û rêxistinên civakî vê peymanê rexne dikin.