Peymana koçberiyê têkçûna Yekîtiya Ewropayê ye

Yekîtiya Ewropayê di ser koçberan re careke din mohra xwe danî binê peymaneke rûreş. Pêşî hate vekirin ku 3 milyar Euro alîkarî ji Tirkiyeyê re bê dayin. SOS Méditerranée diyar kir ku ev yek îflasa dewletên Ewropayê ye.

28'ê welatên Yekîtiya Ewropayê bi navê "çareseriya" pirsgirêka koçberan, peymaneke nû îmze kirin. Di encama danûstandinan de ku bi saetan dewam kir, lihevkirin weke peymaneke serketî hate nîşandan.

Lê belê saziya însanî ya bi navê SOS Méditerranée, peymana Yekîtiya Ewropayê weke "têkçûna dewletên Ewropayê" bi nav kir. SOS Méditerranée hewl dide alîkariya destpêkê bigihîne koçberên li Derya Spî asê dimînin. Rêxistina ku karê xwe yê alîkariyê bi keştiyekê dike, bûye hedef û tê sûcdarkirin ku "bazirganên mirovan teşwîq dike". Karên xwe yên rizgarkirinê yên li deryayê jî tê astengkirin.

Midûrê operasyonan ê rêxistinê Frédéric Penard li Marsîlyyê daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûn nîşan da ku Lîbya weke navenda fermî ya operasyonên rizgarkirinê tê rewakirin. Penard got, "Desteka bê şert a ji ewlekariya peravî ya Lîbyayê re tê dayin, li karên rizgarkirinê yên li deryayê nayê. Ji xwe nabe ku bendergehên Lîbyayê weke bendergehên ewle bên dîtin."

Lîbya, piştî ku Mûammer Kaddafî bi destwerdaneke giran a NATO'yê sala 2011'an hate têkbirin, veguheriye welatekî kaosê. Li ser şert û mercên gelekî giran û tirsnak ên li kampên li Lîbyayê gelek belge û şahid derketin holê. Li gorî hin dîmenan, koçber li kampan mîna koleyan tên firotin.

KOLEDARÎ Û MIRIN LI SER KOÇBERAN TÊ FERZKIRIN

Midûra SOS Méditerranée Sopîe Beaû jî destnîşan kir ku peymana roja Înê li Brukselê hate îmzekirin "bi temamî xumamî" ye. Li gorî Beaû, peyman operasyonên rizgarkirina koçberan a li deryayê bêhtir nediyar kiriye.

Rêxistinê nerazîbûn nîşan da ku hêzên ewlekariyê yên peravên Lîbyayê keştiyên koçberan digirin û got, "Girtina keştiyan operasyona rizgarkirinê nîne. Ji ber ku koçber li Lîbyayê dikevin nava rewşeke hê metirsîdar. Koledarî, êşkence û mirin li ser koçberan tên ferzkirin."

SOS Méditerranée di nava 28 mehan de 29 hezar û 319 koçber rizgar kir. Şeş ji van pitik in ku li keştiyan ji dayik bûne. Keştiyê din jî bi heman demê de bi hawara 290 hezar kesî ve çûn.

DI PEYMANÊ DE ÇI HENE?

Di peymanê de ku li civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê hate amadekirin, mijarên "platformên daketinê", "navendên kontrolê" û "parastina sînorên derve" derdikevin pêş.

Navendên herêmî: Ji bo koçberên li derveyî Ewropayê li deryayê hatine rizgarkiirn wê "platformên daketinê yên herêmî" bên avakirin ku ev yek hîn xumamî ye. Tevdîr bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên yekbûyî û Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî wê bê girtin û armanc jî wê hewldana vegera ji koçberiya li Derya Spî be. Heta niha ti welatî di mijara navendên bi vî rengî yên pêşwazîkirinê de cih pêşniyar nekirine.

Hikumetên rojavayî qala "hurmeta li hiqûqa navneteweyî" dikin, lê belê eşkere nakin bê li welatên ku ev navend bên avaikrin wê hurmet çawa bê nîşandan. Li welatên mîna Tirkiyeyê ku mafê penaberiyê lê nîne, ya jî rêveberiyeke faşîst û zordar e, garantiya vê yekê nîne. Rewşa Lîbyayê ji xwe eşkere ye. Fas û Albanyayê ji niha ve eşkere kirin ku wê cih nede navedên bi vî rengî.

Navendên bi kontrol: Li gorî vê planê, koçberên li nava deryayên li dora Ewropayê hatine rizgarkirin wê li 'navendên bi kontrol' ên li nav Yekîtiya Ewropayê werin bicihikrin. Eger xwesteka wan a penaberiyê bê qebûlkirin wê li welatên yekîtiyê werin belavkirin. Eger neyê qebûlkirin wê bên vegerandn. Di navbera welatên yekîtiyê de ku koçber lê bên belavikrin, hê guman hene. Belavkirin wê li ser bingeha dilxwaziyê be. Îtalya pêşniyarê erênî bibîne jî hîn eşkere nekiriye ku wê destûrê bide li welatê wan navendeke wiha bê vekirin yan na. Di encamnameya civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê de, di çarçoveya pêşniyara Fransayê de li şûna "navenda girtî" gotina "navenda bi kontrol" hate bikarnaîn. Lê belê xuya ye cudahiyek di navbera wan de nîne. Gelek mirov ji "navendên bi kontrol" re ji niha ve dibêjin, "girtîgehên koçberan".

Parastina sînorên derve: Bi vê yekê re wê derfetên ajansa ewlekariya sînorên Ewropayê Frontexê bê zêdekirin. Ji Frontexê re wê hîn bêhtir çavkanî û erkên berfireh werin dayin.

28 welatên Yekîtiya Ewropayê her wiha bi navê "alîkariya ji bo koçberan" biryar da ku paketeke alîkairyê ya 3 milyar Euroyî bide Tirkiyeyê û ji bo Afrîkayê jî biryar da ku bi fonên Yekîtiya Ewropayê bê xwedîkirin.