Li Behra Spî 63 koçberên din winda bûn

Li nêzî peravên Lîbyayê boteke lastîk a koçberan noqî avê bû, 63 koçber winda bûn.

Berdevkê Artêşa Behrê yê Lîbyayê general Eyub Kasim got ku di bota lastîk de 104 kes hebûne û tenê 41 kes hatine rizgarkirin. Kasim diyar kir ku 63 kes winda bûne.

Hate diyarkirin ku ev bûyer li nêzî Garabûlliyê pêk hatiye ya ku 50 kîlometreyan li rojhilatê Trablûsê ye.

Yekîneyên ewlehiya peravên Lîbyayê keştiyeke ku 235 koçber tê de bûn jî, anîn lengergehê. Hate diyarkirin ku di nav koçberan de 54 zarok û 29 jin hene.

Di çend rojên dawîn de bi sedan koçber di Behra Spî de xeniqîn. Roja Înê cenazeyê pitikeke 3 salî ji avê hate derxistin û 100 kes jî winda bûn. Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (OIM) diyar kir ku ji serê salê û vir ve li Behra Spî nêzî hezar koçberan jiyana xwe ji dest dane.