Li Başûrê Asyayê baranên Mûsonê: Nêzî 1500 kes mirin
Li welatên Başûrê Asyayê ku bi mehane baranên mûsonê didome, tê payîn ku herî kêm 1500 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li welatên Başûrê Asyayê ku bi mehane baranên mûsonê didome, tê payîn ku herî kêm 1500 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin barana zêde bu sedama karesata lêhiyê û herî zêde mirin li Hindistanê çêbûye. Li Hindistanê li gorî hejmara fermî ji meha Hezîranê û pêve 1300 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rêjeya Xaça Sor welatên ku mirin lê çêbûne Nepal û Bangladeşe. Ji ber lêhiyê li van herdu welatan jî, li her welatekê herî kêm 140 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber baranên mûsonê ji sêyan yekê xaka Bangladeş û Nepalê ji lêhiyê bandor bûye, li Hindistanê bi taybet eyaleta Bihar a dikeve bakurê welat ji lêhiyê bandor bûye. Tenê hejmara kesên ku li vê eyaletê jiyana xwe ji dest dane 514 e.
Her wiha di rojên dawî de li metrepola Mûmbîa yê dikeve rojhilatê Hindsitanê jî bi awayekî zêde bandora lêhiyê lê kiriye.
Dîsan li gorî Xaça Sor hejmara kesên ku li Hindistan, Nepal û Bangladeşê ji lêhiyê bandor bûne nêzî 41 mîlyone.
Li Başûrê Asyayê herî zêde baranên mûsonê di navbera meha Hezîran û Îlonê de bi bandor dibe, di karesata lêhiyê ku her sal çêdibe de gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Mirin ji ber sedemên xeniqînê, hezîna axê û ceyranê herî zêde çêdibe.