Li Başûrê Asyayê baranên muson: 100 kes zêdetir mirin

Ji ber baranên muson yên di van rojên dawî de li Başûrê Asyayê dibare, rê li ber hezana erdê û felaketên lêhiyê vekir, ji 5 milyonan zêdetir kes jê bandor bûn û ji 100’î zêdetir kesî mirin.

Ji ber baranên muson ên di nava mehên Hezîran-Îlonê de dibare, Parzemîna Xwarê ya Hîndistanê her çiqasî ji bo jiyan û çandiniyê xwedî girîngiyek a jiyanê be jî, her sal rê li ber mirina sedan kes û zirara aborî vedike. Nifûsa cîhanê ji pêncan yek li vê herêmê dijîn.

Pispor li bendê ne ku dema musonan a sala 2020’an, di nava salên dawî de bibe musonên herî wêranker.

Di daxuyaniya nivîskî ya yek ji rêvebirên Federasyona Civakên Heyva Sor û Xaça Sor a Navnetewî Antony Balmaîn de, ji bo felaketên lêhiyan got, “Di van salên dawî de wê bi şêweyek lezgîn Bangladeş, Hîndistan û Neptal jî bibe ya herî girîng.”

Herêma li bakurê rojhilatê Hîndîstanê ya ku 3,5 milyon kes lê dijîn, di nava avê de ma. Li Eyaleta Assam ê di van 10 rojên dawî de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji meha Gulanê heta niha li van herêman hêjmara miriyan gehişte 66 kesan.

JI SÊYAN YEK Ê BANGLADEŞÊ DI BIN AVÊ DE YE

Li Bangledeşê rewş ber bi başbûnê ve diçe, lê li welat ji sêyan yek di bin avê de maye. Li vî welatî herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 1,8 milyon kes jê bandor bû.

Wezîrê Rêveberê Felaketên Xwezayî yê Bangladeş ê got, “Nêzî 666 hezar malbat ji felaketên lêhiyê bandor bûn.”

LI NEPALÊ 67 MIRÎ, 45 WINDA

Li Nepalê ji roja Yekşemê heta niha ji ber hezana axê û felaketên lêhiyê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî winda bûn.