Li Bangladeşê 200 hezar zarok birçî ne

Hejmara Rohîngya'yiyên ji ber şerê li Myanmarê xwe li Bangladeşê girtine mîlyonek derbas kir. 200 hezar zarokên penaber jî di nava lepên birçîbûnê de ne.

Piştî ku di meha Tebaxê de şer dest pê kir, hindikahiya Misilman a li Myanmarê Rohîngyayî dest bi koçê kiribûn. Tê gotin, hejmara mirovên xwe li herêma Cox's Bazar a li Bangladeşê girtine, herî kêm 900 hezar e. Li vê herêma ku nifûsa xwe 300 hezar e, drameke mezin heye.

Ji ber ku alîkariya însanî nagihêje, herî kêm 200 hezar zarokên penaber bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ne.

Bi konferansa Neteweyên Yekbûyî re, ku duh li Cenevreyê dest pê kir, tê xwestin ku herî kêm 434 mîlyon dolar bên komkirin. Tê gotin ku heta niha soza 100 mîlyon dolarî hatiye dayin. Ev Tê xwestin ku ev alîkarî heta Sibata 2018'an bê komkirin.

Daxuyaniyeke din a li ser krîza însanî ya li Bangladeşê, ji lîderê rûhanî yê Dêra Katolîk Papa Francîs hat. Francîs ragihand ku wê di 27-30'ê Mijdarê de biçe Myanmarê. Papa hişyarî da bû ku her yek ji çar penaberan zarok in û di nava rewşeke birçî de dijîn.