Li Bangladeş û Hindistanê ji ber bahoza Bûlbûlê 8 kes mirin

Li Hindistan û Bangladeşê bahoza Bûlbûlê rabû. Li her du herêman 8 kes ji ber bahozê mirin. Li Bangladeşê du milyon mirov bi şev li stargehan man.

Bahoza ku saetê bi 120 kîlometreyî tevdigeriya, êvara Şemiyê xwe gihand peravên Hindistan û Bangladeşê. Bahoz bû sedem ku balafirgeh û bendergeh bên girtin.

Li eyaleta Bengal a Rojava ya li rojhilatê Hindistanê, ji ber ku dar bi ser malan ketin du kesan jiyana xwe ji dest dan. Li paytexta Eyaletê Kalkuta jî ji ber ku dar qelibî kesekî jiyana xwe ji dest da. Li eyaleta Orrisayê ku li bakurê rojhilate ji ber hilweşîna dîwarekî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li Bangladeşê ji ber ku dar qelibîn çar kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 20 kes birîndar bûn.

Bahoza Bûlbûlê li herêma Sûdarbansê xist ku di navbera her du welatan de ye. Herêma ku ji aliyê her du welatan ve hatiye parvekirin, ew qade ku pilingên Bengalê lê ne.

Li Bangladeşê du milyon mirov hatin veguhastin û li 5.500 stargehan hatin bicihkirin.

Li Hindistanê nêzî 120 hezar mirov hatin veguhastin. Piştî ku bahozê bandora xwe kêm kir mirovên li herêmê li warê xwe vegeriyan.

Bangaldeş bi giranî bi 12 metreyan ji deryayê nizmtire. Ji xaka Bangladeşê 10 ji sedî nizmî asta deryayê ye. Lewma timî bahoz lê radibin. Di dehan salên dawî de bi sed hezaran mirovan ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dan. Bandora bahozê salên dawî zêdetir bû.