Li balafirgeha Nîce gumana bombeyê

Li balafirgeha Nîce ya Fransayê ji ber çenteyek bi guman hate valakirin.

Li balafirgeha Nîce kêliyên bi tevger hene. Polîs û leşkeran rêwiyên li balafirgehê veguhestin.

Rêwiyekî ku ji AFP’ê re axivî, diyar kir ku polîsan li beşeke ya balafirgehê dorpêç kirin û rêwî derxistin derve. Di wêneyê hate parvekirin de jî valakirina balafirgehê dixuyê.

Tîmên bêbandorkirina bombeyan hatin balafirgehê. Hê nehatiye zanîn bê ka çi di çenteyê biguman de heye. Rabûna balafirên li balafirgehê hatin betalkirin.