Li Awûstûryayê mûxafazakar û rastgirên tund bi ser ketin

Di hilbijartinên duh de li Awûstûryayê mûxafazakar û rastgirên tund bi ser ketin.

Di hilbijartinê de Keskan û Partiya Çep kêm kirin. Lîderê Partiya Gel a Awûstûryayê ya mûxafazakar (OVP) Sebastîan Kûrz, ku 4 sal in Wezîrê Karên Devre ye, bû Serokwezîr.

Di hilbijartinê de bang li nêzî 7 mîlyon dengdêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Siyasetmedarê ciwan ê 31 salî Sebastîan Kûrz, li meydana hilbijartinê bi gotinên xwe yên li dijî koçber û penaberan derket pêş.

Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) a bi serokatiya Kûrz, dengê xwe li gorî hilbijartinên din bi 7 pûanan zêde kir û gihîşt 31 ji sedî. Rêjeya dengê Partiya Sosyal Demokrat (SPO) ku Serokwezîr Chrîstîan Kern lîderê wê ye, di asta 26 ji sedî de ma.

Partiyeke din a di hilbijartinê de bi ser ket, ya rastgirên tund bû. Partiya Azadiyê ya Awûstûryayê (FPO), ku li ser dijberiya li Îslamê kampanya xwe ya hilbijartinê meşand, 25 ji sedî yê dengan stand û bû partiya sêyemîn. Partiyên ku di hilbijartinên duh de wind akir, Kesk û Partiya Çep bû. Partiya Keskan ku di hilbijartinên beriya niha de 12 ji sedî girtibû, di vê hilbijartinê de dengê wê daket binê 5 ji sedî.

Li gorî vê encamê, zêdeyî nîvê Awûstûryayiyan dengê xwe dan eniya rastgir. Kûrz, ku xwe amade dike bibe serokwezîrê bi emrê herî ciwan ê Ewopayê, piştî hilbijartinê ji endamên partiya xwe re axivî û anî ziman ku wê li welatê xwe dest bi serdemeke nû bikin.

Tê gotin, ku li şûna hikumetên koalîsyona mezin ên navbera sosyal demokrat û mûxafazakaran ku bi salan li Awûstûryayê dewam kir, wê vê carê hikumetek bi FPO re bê avakirin. FPO ku herî dawî sala 2000'î di nava hikumetê de cih girt, wê wextê bûbû sedem ku yekîtiya Ewropa nerazîbûneke tund nîşanî Viyanayê bide.

Sebastîan Kûrz, tevî ku zarokê malbateke koçber a ji Şerê Bosnayê reviya Awûtûryayê ye, dixwaze polîtîkaya li ser koçberan biguherîne, derî li penaberan bigire û alîkariya sosyal a ji bo biyaniyan tê dayin, bê birîn.

Tê gotin, hikumeteke rastgir a bi lîderiya Kûrz li Viyanayê were avakirin, wê zorê bide Brukselê. Awûstûrya wê di nîvê duyemîn ê sala 2018'an de bi wezîfeya serokatiya demî ya Yekîtiya Ewropayê rabe. Kûrz di dema wezîrtiya xwe ya karên derve de gelek caran got, ku divê pêkanînên zêdetir li ser rejîma Erdogan bê ferzkirin û danûstandinên ji bo endametiyê bi Enqereyê re tên meşandin bên sekinandin.