Li Awûstralyayê ji ber şewatê zêdeyî 2 hezar koala mirin

Li eylaeta Galler a nû ya başûr a Awûstralyayê qada koalayan şewitî û ji Cotmehê ve zêdeyî 2 hezar koala mirin.

Der barê encama tirsnak a şewata daristanan a li Awûstralyayê pisporan agahî dan Parlamenta Awûstralyayê.

Di çarçoveya lêpirsîneke parlamenteran de ya der barê şewatê, hawirdorparêzekî agahî parve kir û bal kişand ser koalayên ji ber şewatê mirin. Hawirdorparêz got, "Dibe ku em cesedên wan qet nebînin."

Pisporan ragihandin ku salên dawî ji bo bikaranîna çandiniyê û pêşvebirina bajarvaniyê qada jiyanê ya koalayan gelekî hatine wêrankirin, lê belê şewata mehên dawî bandoreke giran li koalayan kiriye.

Li gorî pisporan ji Cotmehê ve zêdeyî 2 hezar koala ji ber şewatê mirin.

Şewat niha li 140 deverên herêmê dewam dike.