Li Avûstûryayê koalîsyona navendî ya rastgir û rastgira radîkal li hev kirin

Li Avûstûryayê hikûmetê û rastgirên radîkal  FPO li hev kirin.

Bi seroktiya Wezîrê Derve û lîderê Partiya Gel a Avûstûryayê (OVP) Sebastîan Kurz de di hikûmeta koalîsyonê de ku wê nû ava bibe lihevkirin çêbû.

Bi Partiya Azadiyê ya Avûstûryayê (OVP) ya rastgirên radîkal re di encama muzakereyan de polîtîkayên li ser mijarên sereke hatin diyarkirin.

Kurz bi lîderê FPO’yê Heînz-Chrîstîan Strache re daxuyaniyek da û diyar kir, gelê Avûstûryayê, ‘ li ser guherînê biryara xwe daye.’’

Strache jî  geşedanê neyênî yên polîtîkayên salên bihurî di dema pêş de wê rabin.

Di pêşnûmeya koalîsyonê de ku piştî çend rojan wê were ragihandin, kêmkirina rêjeya bacê, qewîkirina polîtîkayên ewlehiyê, têkoşîna dijî koçberiya derzagonî heye. Her wiha li ser pergala puanan a li dibistana sereke, vekirina polên nû yên ji bo xwendekarên ku Elmaniya wan ne baş e, taloqkirina qedexeya çixareyan  a li kafe û restoranan ku Gulanê wê dest pê bike.