Li Arjantînê sed hezar kesî hikûmet protestokirin

Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîres sed hezar kes li dijî reformên civakî û aborî yên hikûmetê bi armanca hişyariyê daketin qadan.

Meş li ser banga gelek sendîkeyan hate lidarxistin. Li gorî organîzetoran nêzî 400 hezar kes tevlî çalakiyan bûne. Meş di nava aramniyê de pêk hat. Di çalakiyê meha Kanûnê ya borî bi alozî derbas bibû.

Di çalakiyê de bang li Serokkomar Maûrîcîo Macrî kirin ku daxwaza “Dev ji siyaseta ku beşeke mezin ê civakê rê li ber birsîbûnê veke berdin.” Kirin.

Di vê navberê de li ser çalakiyan hemû sendîka li hev kirin. Gelek sendîkayan banga tevlîbûna çalakiyan kirin. Serokkomar Macrî bê ku nav bide sendîka kirin hedef.

Arjantîna xwedî nifûsa 43 milyon ên herî hejar ji ber zama bilind nerazî ne. Ev 10 sal in enflasyona salê ji sedî 20 derbas kiriye. Serokkomar Maûrîcîo Macrî yê 2015’an bi daxwaza dawîkirina enflasyonê hatinbû ser erkê. Heta niha Macrî gotina xwe bi cih neaniye. Dîsa xwe ji bo hilbijartina sala 2019’an amade dike.

Dîsa li welat di salên dawî de bêkarî zêde bûye. Di sala 2016’an de ji sedî 2,3 di warê aborî de, dîsa sala 2017’an pêşketin bi xwe re anî û 2,8 ji sedî mezin bû. Ji ber bûyerên li Arjantînê rû didin pêşketinê ber bi çav bi xwe re neaniye.