Li Amerîkayê komkujiyên li dibistanan zêde bûne
Li gorî lêkolîneke li DYA’yê hatî kirin van 18 salên dawî di komkujiyan de, yên ku li dibistanan pêk hatin, ji tevahiya mirinên sedsala 20’an zêdetir bûne.
Li gorî lêkolîneke li DYA’yê hatî kirin van 18 salên dawî di komkujiyan de, yên ku li dibistanan pêk hatin, ji tevahiya mirinên sedsala 20’an zêdetir bûne.
Xebata ku di rojnameya zanistî Journal of Chîld Famîly Studîesê de weşiyayî komkujiyên ji 1940’î û vir ve ya li dibitanan daye ber xwe. Di xebatê de êrîşên ku bi kêmanî 4 kes hatine kuştin an jî birîndar bûne bi navê ‘komkujî’ hatine binavkirin, hate gotin ku komkujiyeke wiha cara pêşî 1940’î pêk hatiye.
DI VAN 18 SALÊN DAWÎ DE JI NAVBEYNA SALÊN 1940-1999’Î ZÊDETIR KES HATIN KUŞTIN
Li gorî vê xebatê di navbeyna 1950-1999’an de li dibistanê DYA’yê komkujiyên ku bi kêmanî 4 kes hatine kuştin nebûne û piştî 1979’an komkujî zêde bûne.
Li gorî lêkolînê salên 90’î li dibistanan 13 komkujî bûne ku di encama van de 36 kes hatine kuştin û di navbeyna 2000-2018’an de 22 komkujî bûne. Di komkujiyên 18 salên dawî de 66 kes hatine kuştin. Di navbeyna 1940-1999’an de 22 komkujî bûne û 55 kes hatine kuştin.
PIRANIYA KUJERAN TEMENÊ WAN KÊMÎ 18’AN E
Li gorî xebatê komkujiyên sedsala 21’ê yên li dibistanên DYA’yê 77 ji 100’ê wan ji hêla zarokan ve hatine kirin ku temenê wan di navbeyna 11-18’an de ye. Di komkujiyên 1940-1999’An de jî 60 ji 100’î yê kujeran temenê wan 11-18 e.
Di lêkolînê de bikaranîna çekan a li DYA’yê û êrîşên bi çeke mîna ‘hêl’ê hatiye binavkirin û hatiye gotin dive ev arîşe çareser bibe.
Tê zanîn li DYA’yê her sal 30 hezar kes bi çekan tê kuştin.