Li Afrîkayê ji ber 'nexweşiyeke nenas' gelek kes mirin

Li Kongoyê ku beriya çend hefteyan bi dehan kes ji ber nexweşiya Ebolayê jiyana xwe ji dest dan, niha jî ji ber 'nexweşiyeke nenas' bi dehan kes mirin.

Li gelek welatên Afrîkayê, ji ber vîrûsên nenas gelek kes dimirin.

Li eyaleta Nord-Kîvû ya li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê (RDC), ji ber nexweşiyeke ku hîn nehatiye tespîtkirin 15 kes mirin. Yek ji doktorên li herêma Mangîna ya eyaletê wezîfedar e Alaîn Mûsondolya got, 15 ji 26 nexweşan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Mûsondolya diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dan, dema bi nexweşiyê ketibûn verdişiyan, nava wan diçû, hemorrajiya bêvilê bi wan re çêbû û xwîn verdişiyan. Dr. Mûsondolya diyar kir ku wan nimûneyên vê yekê ji paytext Kînşasa re şandine û li benda encamê ne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Eyaletê Martîal Kambûmbû jî diyar kir ku ji ber metirsiya nexweşiyeke şewbê, ew testên tên kirin dişopînin.

Li Komara Kongo ya Demokratîk, ji ber nexweşiya Ebola ya meha Gulanê dest pê kir, bi dehan kes miribûn. Roja Sêşemê daxuyaniyek habû dayin û hatibû ragihandin ku nexweşiya Ebola qediya ye.