Li Afrîkaya Başûr 7 sûcdarên gumanbar bi saxitî hatin şewitandin
Hate ragihandin ku li yek ji herêmên herî tund ên Afrîkaya Başûr, komeke qerebalix 7 sûcdarên gumanbar girêdane û bi saxitî şewitandine.
Hate ragihandin ku li yek ji herêmên herî tund ên Afrîkaya Başûr, komeke qerebalix 7 sûcdarên gumanbar girêdane û bi saxitî şewitandine.
Polîs û nîstecîhên herêmê ragihandin ku li yek ji herêmên herî tund ên Afrîkaya Başûr, komeke qerebalix 7 sûcdarên gumanbar girêdane û bi saxitî şewitandine.
Berdevkê polîsan Mavela Masondo got, “Lêkolînên ewil nîşan didin ku komeke qerebalix êrîşî qurbaniyan kirine û ew şewitandine. Polîsên teqwiye ji cihê bûyerê re hatin şandin.”
Li gorî nûçeya AFP’ê niştecihekî herêmê gotiye ku beriya qurbaniyan bikujin, dane pey wan û ew girêdane.
Li welêt ku nifûsa wê nêzî 60 milyon e, di çaryeka duyemîn a sala 2023’an de teqrîbî rojane 68 cînayet hatine kirin û ev hêjmar li gorî sala 2019’an ji sedî 20 zêde bûye.