Li Afrîka Navîn bi sedan sivîl hatin kuştin

Li Komara Afrîka Navîn, di encama şerê navbera komên çekdar de bi sedan sivîl mirin.

Tevî ku şerê navxweyî yê sala 2013'an der bû bi giranî qediya jî, ji ber şerê sala dawî gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) Mînûsca, tenê li du herêman di şer de bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî vê yekê, di navbera Mijdara 2016 û Sibata 2017'an de li herêmên Brîa û Bakalayê, di şer de 133 kesî jiyana xwe ji dest dane, ku jin û zarok jî di nav de hene.

Tê gotin, piraniya sivîlan ji aliyê koma çekdar a bi navê Yekîtiya Aştiyê ya Afrîka Navîn (UPC) û 22 jê jî ji aliyê koalîsyona bi navê Eniya Gel a ji bo Ronensana Afrîka Navîn (FPRC) ve, ku aliyê din ê şer e, hatin kuştin.

Di rapora Mînûsca de, li gorî îdîayên ne zelal herî kêm 293 sivîl hatine kuştin. Her wiha tê gotin, ku revandina mirovan, destavêtin, talankirin, desteserkirina mal û milkan jî di nav de gelek sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin.