Li Afganistanê teqîn: Ji heman malbatê 10 kes mirin
Li rojhilatê Afganistanê malbatek ku ji bo tevlî merasîmeke cenaze bibe bi rê ket, ji ber teqîna bombeya li kêleka rê 10 ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Li rojhilatê Afganistanê malbatek ku ji bo tevlî merasîmeke cenaze bibe bi rê ket, ji ber teqîna bombeya li kêleka rê 10 ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê walîtiya eyaleta Hostê Talîp Mangal ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku di bûyerê de 5 mêr, 2 jin û 3 zarokên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê polîsên eyaletê Adil Haydar jî got, "Kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo tevlî merasîma cenaze ya li eyaleta Logarê bibin di rê de bûn."
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Nasrat Rahîmî ragihand ku bombe ji aliyê Talîbanê ve li kêleka rê hatibû bicihkirin. Talîbanê heta niha daxuyaniyek neweşandiye.