Li Afganîstanê li mizgefta Şîa êrîş: Herî kêm 20 kes mirine
Li parêzgeha Herat a Afganîstanê di êrîşa li hember mizgefta welatiyê Şîa diçûnê de, herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Herat a Afganîstanê di êrîşa li hember mizgefta welatiyê Şîa diçûnê de, herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku li bajarê Herat a paytexta welat e, êrîşeke întixarî li mizgeftekê pêk hatiye, çavkaniyên nexweşxaneyan diyar kirin ku nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de 30 kes birîndar bûne, tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê gelek kesan ve pêk hatibe. Polîsên Haretê, difikirin ku kesekê li nav mizgeftê bombeya li xwe xwe teqandibe û yên din jî di şibakeyên mizgeftê re bombe avêtibe hundirê mizgeftê.
Heta niha kesê bûyer negirtiye ser xwe, ji beriya niha komên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê êrîşên bi vî rengî li himberî Şîayan pêk anîbûn.
Li Afganîstanê di encama şer û êrîşên nava salê de pêk hatîn nêzî 1700 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.