Li Efganistanê êrîşa xwekujî: 6 mirî, 20 birîndar

Li paytexta Efganîstan Kabûlê, dema ku zextên Talîbanê yên li gelê Hazara dihate şermezarkirin, êrîşeke xwekujî hate kirin. Ji ber êrîşê herî kêm 6 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Efganistan Kabûlê, dema ku zextên Talîbanê yên li gelê Hazara bi xwepêşandanekê dihate şermezarkirin êrîşeke xwekujî hate kirin. Wezîrê Karên Hundir Necîb Danîş li ser êrîşê daxuyanî da û diyar kir, 6 kes mirine, 20 kes jî birîndar bûne.

Êrîş li herêma bi navê "Herêma Kesk" hate kirin ku dibistana Fransayê, Qesra Serokatiyê û otelên luks lê ne.

Berdevkekî din ê Wezareta Karên Hundir ragihand, êrîş ji aliyê êrîşkarekî ve bi peyatî hatiye kirin. Berdevk got, êrîşkar xwestiye xwe li nava girseyê biteqîne, ji ber liv û tevgera wî ya bi guman ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin, lewma êrîş bi 200 metreyî dûrî girseya gel hatiye kirin.

Tê gotin, piraniya kesên mirin û birîndar bûn endamên hêzên ewlekariyê ne.

Polîsekî ji AFP'ê re axivî got, piraniya wan endamên îstîxbarat û polîsan 10 heta 15 kes bûne qurbanî.

Şahidekî bûyerê yê bi navê Qaîs Nawabî jî diyar kir, teqîn li nêzî Lîseya Îstîklalê hatiye kirin. Nawabî got, "Teqîneke gelekî mezin bû."

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.