Li Afganîstanê bombe li sivîlan hate barandin
DYA ragihand, ku li Afganîstanê di êrîşa hewayî ya ji bo şikandina êrîşan de bi şaşitî li sivîlan hatiye xistin.
DYA ragihand, ku li Afganîstanê di êrîşa hewayî ya ji bo şikandina êrîşan de bi şaşitî li sivîlan hatiye xistin.
Di daxuyaniya Pentagonê de hat gotin, di êrîşa hewayî de zerar li sivîlan bûye. Bûyer, di dema êrîşa hewayî ya ji bo şikandina êrîşa li nêzî balafirgeha Kabûlê rû da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên hewayî yên destek didan hêzên ewlekariyê yên Afgan, êrîşeke hewayî kirin. Mixabin, yek ji moşekan nebaş xebitî û ji ber vê yekê zerar li mirovan bû. Ji ber vê zerara li sivîlan bû, em xemgîn in." Hat ragihandin, ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî nûçeya medya Afgan, di êrîşa hewayî ya DYA de kesek miriye, 4 kes jî birîndar bûne.