Li Ûkraynayê teqîn: 30 hezar kes ji herêmê hatin derxistin
Li bajarokê Kalînovka yê ser bi bajarê Vînnîtsa yê Ûkraynayê, li duyemîn cebilxaneya herî mezin a welêt şewat derket.
Li bajarokê Kalînovka yê ser bi bajarê Vînnîtsa yê Ûkraynayê, li duyemîn cebilxaneya herî mezin a welêt şewat derket.
Li bajarokê Kalînovkayê, ku bi 20 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Vînnîtsa ye, li cebilxaneya li naa yekîneya leşkerî ya bi navê "Yagûar"ê duh êvarê şewat derket. Ji ber şewatê li depoyên cebilxaneyê teqînê rû da. Bi qasî 30 hezar mirovên li vê derê, ji herêmê hatin derxistin. Li vê derê ku 188 ton cebilxane hene, fuzeyên Smerç, Ûragan û Grad jî hene.
Li navçeya Balakleya ya li bajarê Harkov ê Ûkraynayê, meha Adarê li mezintirîn cebilxaneya welêt şewat derketibû û bi hezaran mirov ji navçeyê hatibûn derxistin.
Cebilxaneya li bajarê Marîûpolê jî, ji ber şewata çend roj berê, xisareke cidî dîtibû. Hat ragihandin, ku dibe ku şewatj i ber sabotajekê derketibe.