Li Ûkraynayê helîkoptera leşkerî ket: 4 kes mirin

Li rojavayê Ûkraynayê helîkoptereke leşkerî ket û 4 leşkerên tê de mirin.

Li gorî daxuyaniya hêzên çekdar a Ûkraynayê helîkoptera Mî-8 roja Çarşemê li herêma Rîvneyê ketiye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku fermandarê tûgayê jî di nav de 8 leşker mirine.

Sedema ketina helîkopterê nehatiye diyarkirin. Serokê Artêşê yê Giştî Rûslan Homçak ji bo çavdêriya lêpirsînê hate peywirdarkirin.

Di meha Kanûnê de jî balefira şer a Sû-27 ketibû û pîlotek miribû. Piştî du mehan balefireke din jî ketibû û li wir jî du kes miribûn.

Li rojhilatê Ûkraynayê ji sala 2014’an û vir ve hêzên hikumetê û komên nêzî Rûsyayê şer dikin. Rûsyayê di sala 2014’an de Kirim jî anîbû ser navê xwe.