Li Ûkraynayê agirbesta sersalê û Noel a Ortodoks

Li rojhilatê Ûkraynayê ku car caran şer lê diqewime, bi wesîleya sersalê agirbest hate ragihandin û wê herî kêm 10 rojan dewam bike.

Li herêma Donetsk û Lugansk ên dikevin rojhilatê Ûkrayna ku gelheya Rûsan lê zêde ye, meha Mijdarê piştî ku Rûsyayê dest danî ser keştiyeke Ûkraynayê ji nû ve şer û pevçûnan dest pê kiribû. 

Lê belê bi wesîleya cejna Noelê ya sersalê ya Xiristiyanên Ortodoks ku 7’ê Çile ye, herî kêm bi 10 rojan agirbest ragihand û agirbest duh ji saetên şevê û pêde kete meriyetê. 

Rêxistina ewlehî û hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) di derbarê agirbestê de daxuyanî da û eşkere kir ku maweyê qedandina agirbestê nehatiye zelalkirin û hêvî dikin ku heta cejna Noelê ya Ortadoksan ku 7’ê Çile ye, bidome. 

Di navbera her du komarên defacto ên serxwebûnxwaz a aligirê Rûsyayê û ya Ûkraynayê agirbest ragihandibûn. 

Di şerê ku li rojhilatê welêt yê sala 2014’an destpê kirî de heta niha 10 hezar kes hatiye kuştin. Rûs û alîgirên xwe li herêma Donetsk û Luganskê di bin venêrîna xwe de digirin. Di heman demê de Nîv Girava Kirimê ya girêdayî Ûkraynayê jî Rûsyayê sala 2014’an îlhak kiribû. 

Li herêmê ku gelek caran agirbest hatî ragihandin, herî dawî meha Mijdarê keştiyeke Ûkraynanê li ser behra Azakê ji hêla hêzên deryayî yên Rûsyayê ve bi 24 leşkerên tê de ve desteser kiribûn. Piştî vê bûyerê ji nû ve şer dest pê kir.