Li Şîlîyê li dijî gavên dema cuntayê berxwedan geş dibe

Li Şiliyê xwepêşandanên ku îna bihurî li dijî nedadmendiya sosyo-ekonomîk  dest pê kirî didomin, li aliyê dî jî tê gotin gavên serdema cuntaya leşkerî hatine sazarkirin.

Protestoyên ku 19'ê Cotmehê li dijî zemên li ser metro û sotemeniyê dest pê kirin, nedadmendiya dahatê ya li welêt vê gavê kiriye hedefa xwe. Ji dema 1973-1990 a cuntaya leşkerî ya faşîst û vir ve cara pêşî ye ku artêş derdikeve derve, li gelek bajaran rewşa derasayî hatiye ragihandin û hê jî li Şiliyê komkujî û sûcên mirovahiyê têne kirin.

Li welêt li dijî serokdewlet  Sebastîa Pînera ku navê tevlî gelek dosyayên nelirêtiyê bûye û li dijî polîtîkayên aboriyê helwest zêde bibû, li gel xebatên sektora madenê sifirê, xebatkarên sektora tendiristiyê û lengergehê jî tevlî greva giştî bûbûn. Li welêt ku nifûsa wê 18 milyon e, xwendekarên zanîngehê û lîseyê jî li dijî nelirêtî û bihabûna jiyanê, newekheviyê di nav xwepêşandanan de ne.

KOMKUJÎ Û SÛCÊN GIRAN..

Li paytext Santîago û li gelek bajarên din ku rewşa derasayî hatiye ragihandin dema êrîşa li ser xwepêşandanan li gorî jêderên fermî 18 û li gorî Komîsyona Mafê Mirovan a Emerîkayê bi kêmanî 42 sivîl hatine kuştin. Sêşemê dema xwepêşandanê kesekî wesatiya xwe ajotibû ser xwepêşandêran û yek jê zarok, 2 kes miribûn. Her wiha diyar bû dema xwepêşandanan hêzên çekdar ên dewletê tecawiz li gelek jinan kirine û ji 100'î zêdetir kes winda ne.

Tê gotin heta niha di serhildana gel de nêzî 2 hezar kesî hatine girtin. Çalakger jî dixwazin artêşa ku piştî 29 salan dîsa derxistina pêşberî gel, vegere qijleyan.

BERXWEDAN DIDOME

Polîtîkayên neo-lîberal ên dîktatoriya bi pêşengiya Augusto Pînochet a navbeyna 1973-1990'î, demên piştî wê jî, li gel ku partiyên çepgir hatin ser desthilatdariyê jî domandin. Serokdewet Pînera ku 2010-2014'an li ser kar bû û 2018'an dîsa hatî hilbijartin dev ji wan polîtîayan berneda ku dewlemend zêdetir dewlemend kirin û hejar jî zêdetir hejar kirin.

Li gel rewşa derasayî jî berxwedana gel didome, nexasim li bajarên mezin tê gotin li dijî êrîşên leşker û polîsan berxwedaniyeke mezin heye. Li gorî hin agahiyan hin endamên serwîsa îstîxbarataê ji bo ku serhilhanê reş bikin dest bi dizî û talanê kirine.

Her wiha bi hezaran  kesên ku hatine destgîrkirin, bi rengekî deryasayî li navenda komkirinê têne girtin, polîs û leşker êşkenceyê dikin.