Li Şerîda Xezeyê şerekî giran diqewime

Di roja 63'an a şerê navbera Îsraîl û Hamasê de li bajarên mezin ên Şerîda Xezeyê û derdorê geşekî giran diqewime. Başûrê Lubnanê jî bi rengekî giran hate bombekirin.

Şerê di 7'ê Cotmehê de destpê kir kete roja 63'an. Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Pêncşemê bîlançoyek weşand û ragihand ku li Xezeyê heta niha 17 hezar û 177 kes hatine kuştin ku ji sedî 70 jê jin û zarokên di binê 18 salî de bûn.

Hate ragihandin ku sibeha Înê li bajarên herî mezin ên Şerîda Xezeyê û derdora wê şer qewimî ye.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li nêzî bajarê Xezeyê di êrîşan de 40 kes, li Cebaliye û Xan Yûnûs a li başûrê herêmê jî 'bi dehan kes' hatin kuştin.

91 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ HATIN KUŞTIN

Li gorî bîlançoya dawî ya artêşa Îsraîlê jî, kurê endamê Kabîneya Şer a Benyamîn Netanyahû Gadî Eîsenkot jî di nav de li Xezeyê di şer de 91 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ BOMBARDÛMANA GIRAN

Li gorî medya Lubnanê, başûrê welêt şeva Pêncşemê ji aliyê Îsraîlê ve bi giranî hate bombekirin. Li gundê Mecdel Zûn ê Îsraîlê di êrîşeke li ser malekê de kesek mir, sê kes jî birîndar bûn.

Tûgaya Qûdsê ku baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ya Fîlîstînî ye, ragihand ku êvara Pêncşemê li başûrê Lubnanê 2 şervanên wan hatine kuştin.