Li Îtalyayê şewat û bahoz: 5 kes mirin
Li Îtalyayê ji ber bahoz û şewatê herî kêm 5 kes mirin. Hikumet nîqaşê li ser wê yekê dike ku li herêmên ketine bin bandora felaketê rewşa awarte ragihîne.
Li Îtalyayê ji ber bahoz û şewatê herî kêm 5 kes mirin. Hikumet nîqaşê li ser wê yekê dike ku li herêmên ketine bin bandora felaketê rewşa awarte ragihîne.
Serokwezîr Georcia Meloni bi daxuyaniyekê ragihand ku herêma Brescîa ya li bakurê welêt keçeke 16 salî û li Lîssoneyê jî jinekê jiyana xwe ji dest dan.
Bayê ku hêza wê saetê 110 kîlometre bû, her wiha baran û zîpikê sibeha Sêşemê bandor li herêma Mîlanê kir. Li Mîlanê ku weke paytexta aboriyê ya welêt tê naskirin kolan di bin avê de man, dar hilweşiyan û ji ber vê yekê gelek rê hatin girtin. Şîrketa ragihandinê ya cemaweriyê diyar kir ku xisareke cidî li tevna elektrîkê bûye.
Li gel şert û mercên nebaş ên hewayê yên li bakurê welêt, li başûr jî germeke zêde heye. Li gorî Parastina Sivîl a Sîcîlyayê germahî gihîştiye 47.6 pileyî.
Li gorî medya Îtalyayê li nêzî Palermoyê cesedên du kesên extiyar ji ber şewitîna mala wan hatin dîtin. Hate ragihandin ku jineke din a 88 salî jî jiyana xwe ji dest daye.
Arkujên Sîcîlyayê ji Duşemê heta Sêşemê bi şev dest li gelek nuqteyên şewatê werdan ku yek ji wan nêzî balafirgeha Palermo bû.
Wezîrê Parastina Sivîl Nello Mûsûmecî diyar kir ku her kes li hemberî guhertina avhewayê ya ku bandorê li welatê wan dike helweseta xwe biguherîne.