Li Îsraîlê krîza hikumetê: Hilbijartinên pêşwext wê bên kirin

Ji ber ku Serokwezîr Benjamîn Netanyahû di dema diyarkirî de nekarî hikumeta koalîsyonê ava bike, parlamentê biryara pêkhatina hilbijartinê da.

Di hilbijartinên giştî yên 9'ê Nîsanê de partiya Lîkûd bû yekemîn, lewma wezîfeya avakirina hikumetê ji Netanyahû re hate dayin. Lê belê Netanyahû nekarî di nava şeş hefteyan de hikumetê ava bike.

Li ser vê yekê doh bi şev li Parlamenta Îsraîlê dengdan hate kirin û di encamê de biryar hate dayin ku hilbijartinên pêşwext pêk werin. Di dengdanê de ji 120 parlamenteran 74 parlamenteran dengê xwe ji bo pêkhatina hilbijartinên pêşwext dan. 45 parlamenteran jî red kirin. Parlamenterek jî bêalî ma.

Di encama dengdanê de biryar hate dayin ku hilbijartinên pêşwext 17'ê Îlonê pêk werin. Ji sala 1948'an dema avabûna Îsraîlê û vir ve, cara yekemîn e ku parlament piştî sondxwarinê di demeke ewqasî kurt de betal dibe. Parlamenterên Îsraîlî berî mehekê sond xwaribûn û dest bi serdema nû ya qanûndanînê kiribûn.