Li Îsraîlê ji bo dîlgirtiyan banga greva giştî

Li Îsraîlê lîderê muxalefetê Yair Lapid û malbatên dîlgirtiyan, ji bo zextê li hikûmetê bikin banga greva giştî kirin.

Malbatan xwestin ku zorî li hikûmetê bikin ku têkildarî berdana nêzî 100 kesên hîna li Xezeyê dîl girtî ne, peymanê çêbikin. Malbat bi taybetî dema ku roja Yekşemê li Fîlîstînê di tunelekê de cenazeyên dîlgitiyan hate dîtin, ketin nav liv û tevgerê. Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi van mirinan re bi giştî 33 dîlgirtî mirin. Tê diyarkirin ku beşekê mirina dîlgirtiyan, ji ber bombebaranan Îsraîlê çêbûye.

Di êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê de, 251 Îsraîlî hatibûn revandin. Tê diyarkirin ku ji vane 97 kes hîna li Xezeyê tên girtin. Forûma Malbatên Dîlgirtiyan li seranserî Îsraîlê banga grev û protestoyê kirin û daxwaz kirin ku ji bo berdana dîlgirtiyan peyman bikeve meriyetê. Forûmê bang li raya giştî û navenda sendîkaya xurt Histadrut’ê kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Lapid di malpera xwe ya li ser Facebook’ê de daxuyanî da û bang li Histadrut, şaredarî û saziyên wergirtina kar kir ku greva giştî lidar bixin û ji ber “nerizgarkirina dîlgirtiyan” Netanyahu sûcdar kirin. Wezîrê Parastinê Yoav Gallant jî diyar kir ku kabîne divê têkildarî vê mijarê civîneke nû lidar bixe.

Li Îsraîlê protesto zêde bûne. Gelek sînema û restoranan bi armanca piştgirî dayîna berdana dîlgirtiyan, hatin girtin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di şerê li Xezeyê de herî kêm 40 hezar û 738 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya van jî jin û zarok in.