Li Îsraîlê dengdana li ser pêşnûmeya qirkirina Ermeniyan betal bû

Pêşnûmeya li ser qirkirina Ermeniyan wê vê Sêşemê li parlamenta Îsraîlê bihata nirxandin. Lê belê ji ber ku hikumet li ber rabû, betal bû.

Ji Partiya Çep a navendê parlamenter Tamar Zandberg di dawiya meha Gulanê de ji bo nirxandina ser naskirina qirkirina Ermeniyan pêşnûmeyek dabû û Parlamenta Îsraîlê (Knesset) jî qebûl kiribû ku binirxîne. Parlamenter dixwest dengdan piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê bê kirin, ji bo destekê ji hikumeta rastgir jî bigire.

Lê belê, li gorî Zandberg tevî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji nû ve hate hilblijartin jî, hikumet û koalîsyona li desthilatdariyê hîn li dijî dengdanê ne.

Zandberg bi rêya hesabê xwe yê twitterê ev daxuyanî da: "Tevî sozên hatin dayin û derengmayinê jî, hikumet û koalîsyon red dike ku qirkirina Ermeniyan nas bike." Zandberg got, zext tê kirin ji bo dengdan bê betalkirin.

Hikumeta Îsraîlê, destpêka meha Hezîranê jî qanûna naskirina qirkirina Ermeniyan taloq kiribû. Li gorî daxuyaniya fermî, sedema taloqkirinê ew bû ku Erdogan dikarîbû ji vê dengdanê sûd werbigirta. Meretz a çep a navendî ji sala 1989'an û vir ve ji bo naskirina qirkirina Ermeniyan hewl dide, lê belê hikumetên Îsraîlê ji bo têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xera nekin, heta niha red kirine. Têkiliyên navbera her du welatan her çend salên dawî aloz hatin nîşandan jî, ti carî hevkariya wan neqediya.