Li Îranê zewaca bi zorê dibe sedema xwekuştinê

Li Îranê zewaca bi zorê ya jinên ciwan û zarokên keç yek ji sedema herî girîng a xwekuştinê tê dîtin.

Li Eyaleta Kohgîlûyê û Bûyer Ahmed a li başûrê Îranê yek ji sedema herî girîng a xwekuştina jinan a bi rengê xweşewitandinê zewaca bi zorê, tê dîtin.

Li gorî sîteya Tabnakê rektorê dibistana Dîşmûkê Muhammed Newrozî-nîa dawiya Gulanê dema ku bi peywirdarên hikûmetê re axiviye û gotiye,’’Sedema ku keçikên ciwan dibistanên Dîşmûkê diterikînin ew e ku bêyî li hêla wan a hîsî û psikolojik were fikirandin, tenê li temenê wan ê dînî tê nerîn û zewicandina wan a di temenekî ciwan de ye.’’

Li Dîşmûkê ku herêma herî mezin û bê avantaj e, li gelek gundan dibistan tine. Ji ber sedema hejariyê û nebûna binesaziyê malbat nikarin zarakên xwe bişînin dibistanê.

Li Dîşmûkê gelek jin xwe dişewitînin. Hema hema serê çend mehan çend jin xwe dişewitînin.

Newrozî-nîa got li vê herêmê ji 435 mamosteyan tenê 36 ji wan ji in, 45 ji 100’î zarokên keç in. Li herêmê avaniyeke rêz û rêçikî heye, li bara pola tevlîhev pêşdaraziyên tund hene û her wiha zexteke giran a civakî. Malbat naxwazin ku zarokên wan ên keç bixwînin.