Li Îranê zêdeyî 80 kes ji ber lehiyê mirin

Li Îranê ji ber barîna zêde ya baranê û lehiyê 80 kes mirin, 30 kes jî winda ne.

Li gorî ajansa Îrnayê Sekreterê Giştî yê Heyva Sor Yakûp Silêmanî diyar kir ku li welatê ku nifûsa xwe 83 milyon kes e, li 60 bajarên mezin, 140 bajarên biçûk û 500 gundî lehî rabû.

Lehiyê bandora herî giran li Tehranê kir. Li vê herêmê herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest danû li bakurê welêt li Mazandaranê jî 20 kes winda ne.

Li gorî Yakûp Silemanî, ji 23’ê Tirmehê û vir ve 59 kes jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî winda bûne.

Di bîlançoya 23’ê Tirmehê de ragihandin ku li başûrê welêt di encama lehiyê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî televîzyona dewletê IRIB’ê Wezîrê Çandiniyê eşkere kir ku lêçûna karesetên lehiyê ji bo çandiniyê 195 milyon euro ye.

Barana zêde hîn jî dewam dike. Navenda meterolojiya Îranê da zanîn ku di rojên pêş de barînên baranê li başûr û bakurê welat zêde bibin.

Îran welatekî di rêjeyek zêde de ziwa ye, di deh salên dawî de ji ber lehiyan zirareke mezin dîtiye.

Di meha Çileyê de li herêma Farsê 8 ksan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dabûn. Sala 2019’ê ji ber barîna zêde ya baranê li başûrê Îranê hêrî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest da bû û zêdetirî 2 mîlyar dolar zirarê dîtibûn.