Li Îranê vîrus dîsa belav dibe

Li Îranê vîrus dîsa zêde belav dibe. Di sê rojên dawîn de rojane 3 hezar kes nexweş dikevin. Li gorî çavkaniyên mûxalif heta niha 49 hezar kes mirine.

Ji Sêşemê heta Çarşemê li Îranê 3134 nexweşên nû hatin tespîtkirin. Di sê rojên dawîn de hejmara nexweşan li ser sê hezaran e. Li gorî daxuyaniya fermî hejmara nexweşan bûye 160 hezar û 696. Di nava rojekê de 70 kes mirin.

Li Îranê di warê fermî de nexweşê pêşîn ê koronayê di meha Sibatê de hate tespîtkirin. Rojane nêzî 100 kes ji ber koronayê dimirin.

Li gorî çavkaniyên mûxalif ji êvara Sêşemê û heta niha li 324 bajaran 48.800 kes mirine.