Li Îranê serhildan didome

Serhildana ku piştî zema Înê ya li ser benzînê li Îranê dest pê kirî didome. Behsa bi sedan mirî tê kirin, rejîmê amaje pê kir ku dibe gelek mirov werin darvekirin.

Xwepêşandanên li Îranê ya piştî  zema 300 ji 100'î ya li ser zema benzînê dest pê kirî didome.

Piştî ku çalakiyan dest pê kir bi rojekê li 31 eyaletan, biçûk mezin li 1100 navendan çalakî berbelav bûn.

Rejîma Îranê ji bo ku pêşî li berbelavbûna çalakiyan bigire û hem jî ji bo li raya giştî ya navnetewî xuya neke ji êvara Şemiyê ve li tevahiya welêt înternet birî.

Li gel ku rejîmê înternet birî jî li gelek medyayan hate gotin ji ber erîşên hêzên çekdar ên rejîmê ve gelek kes hatine kuştin.

LI GORÎ AGAHIYAN 100 AN JÎ 250 KES HATINE KUŞTIN

Li gorî Radyo Ferda ya ku li Pragê weşanê dike, li eyaleta Huzîstanê 58 kes hatin kutin û li Rojhilatê Kurdistanê jî 39 kes hatin kuştin.

Li herêma Kirmanşanê ya Rojhilat 23, li eyaleta Sinê 11, li Urmiyê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha li eyaletên Fars, Îsfaxan, Kerman, Tehran, Elbrûz û Azerbaycane jî gelek kes hatin kuştin. Tê gotin heta niha 128 kes hatin kuştin. Rêxistina Navnetewî ya Efûyê jî got ji 100'î zêdetir kes hatin kuştin.

Li gorî jêderên  Mucahîdên Gel ên sirgûnkirî jî 251 kes hatin kuştin, 3700 kes birîndar bûne û 7 hezar kes hatine destgîrkirin. Heman jêderkan lîsteya 85 çalakgerên ku hatine kuştin belav kirin.

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Îranê û Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Husameddîn Aşna li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bûyerên li Îranê şibandina operasyona Furugî Cavîdan ku piştî şerê Îran û Iraqê Mucahîdên Gel dabû destpêkirin û got, ên ku bi fikrê ne ku operasyona ''Futufî Cavîdane 2'' dane destpêkirin, li pêş wan operasyona ''Mirsad 2'' heye û ameje pê kir ku dibe gelek kes werin darvekirin. 

Piştî şerê Îran û Iraqê li dijî operasyona Furugî Aşna ku Mucadîhên Gel dabû destpêkirin, rejîmê li dijî vê tevgera Mersad dabû destpêkirin û gelek kes hatibûn darvekirin.

Her wiha rojnameya Keyhan a bi ser lîderê dînî yê Îranê Hamaney ve jî bi nûçeyeke xwe manşêtê piştrast kir ku hazirî ji bo darvekirinan tê kirin.