Li Îranê qirêjiya hewayê, li gelek bajaran dibistan hatin girtin

Li paytexta Îran Tehranê û gelek bajarên din ji ber ku gemariya hewayê gihîşt asta metirsîdar Yekşemê dibistan hatin girtin.

Li paytexta Îran Tehranê çend roj in mijekî gewr heye. Çiyayê Elbûrz ê li jorê bajêr qet nayê dîtin.

Qirêjiya hewayê ya li Tehranê gefeke mezin li tenduristiya mirovan dixwe.

Li dijî qirêjiya hewayê tedbîreke berbiçav a rayedaran xuya nake.

Li Tehranê ji ber "berevajîbûna germahiyê" ya mehên Mijdar û Sibatê qirêjiya hewayê di asta herî bilind de ye. Di fenomena ku weke berevajîbûna germahiyê tê pênasekirin de hewaya sar dibe asteng ku hewaya germ û qirêj belav bibe.

Li gorî raporeke Bankaya Dinyayê ku di sala 2018'an de hate weşandin, li Îranê sedema bingehîn a qirêjiya hewayê wesayitên giran, motorsîklet, parzûngeh û santralên termîk in.

Ji ber qirêjiya hewayê Yekşemê li paytext Tehranê û gelek bajaran dibistan hatin girtin. Waliyê herêma Tehranê Mûhammed Tahîzadeh anî ziman ku qirêjiya hewayê gihîştiye wê astê ku ji bo mirovên hesas metirsîdar be. Li gorî ajansa nîv fermî ya nûçeyan Îsnayê Tahîzadeh anî ziman ku zanîngehên li paytext Tehranê wê Duşemê dersên xwe nebin.

Rayedar bang dikin ku mirovên extiyar, zarok û nexweşên bêhnê bi zorê distînin li malê bimînin. Her wiha pêşniyar dikin ku spor neyê kirin.

Li gorî hejmarên fermî li Îranê qirêjiya hewayê her sal dibe sedem ku 30 hezar mirov jiyana xwe ji dest bidin.