Li Îranê protesto berfirehtir dibin

Li gelek navendên Îranê xebatkar, karker, kesên teqawid bûne û xwendekar daketin qadan.

Li Tehranê leşkerên ku teqawid bûne, karkerên Şîrketa Mexazîn li pêşiya Qaymakamtiya Kazvînê çalakî li dar xistin. Cotkarên li Îsfahanê û xwendekarên zanîngeha Tehranê jî çalakî li dar xistin.

KAZVÎN

80 karkerên şîrketa Mexazînê bi hinceta ku meaşên wan nehatine dayîn li pêşiya Qaymakamtiya Kazvînê dest bi çalakiyê kirin. Karkerên di vî şîrketê de ji kar hatibûn derxistin. Karkeran diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin.

ÎSFAHAN

Cotkarên li Îsfahanê jî ji ber ku daxwazên wan nehatine bicihanîn û kêşeya avê nehatiye çareserkirin, nerazîbûn nîşan dan.

TEHRAN

Endazyarên şaredariya Tehranê bi daxwaza ku bila meaşê wan were zêdekirin û daxwazên wan bi cih were anîn, li pêşiya Meclîsa Tehranê çalakî li dar xistin.

Li Tehranê di 25’ê Kanûnê de otobuseke xwendekaran qeza kiribû û di qezayê de 10 xwendekar miribûn û 27 xwendekar jî birîndar bûbûn. Xwendekaran bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî vê bûyerê dan û diyar kirin ku berpirsên vê qezayê rejîma Îranê ye.