Li Îranê lehî rabû: Herî kêm 6 kes mirin
Di lehiyê de ya ku li herêmên nêzî Tehranê ya ku paytexta Îranê çêbûye herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di lehiyê de ya ku li herêmên nêzî Tehranê ya ku paytexta Îranê çêbûye herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîwend di daxuyaniya ku da televîzyona dewletê de diyar kir ku li gundê Îmamzade Davûd a li rojavayê Tehranê heta niha 5 kes mirine û got ku kesên winda jî hene.
Kolivand anî ziman ku ji ber barana zêde li gund hilweşîna axê pêk hatine û hin wesayît di nava heriyê de asê mane.
Wezîrê Karên Hundir Ehmed Wehîdî ragihand ku ji bo dîtina kesên winda yên li herêma Tehranê lêgerîna wan dewam dikin.
Li gorî ajansa nûçan a Irnayê, di karesata lehiyê de li Demavend a rojhilatê paytextê cenazeyê kesekî hat dîtin.
Îran ku welatekî bi giranî hişkesalî heye, ligel ku di nava deh salan de bi awayek dubare baran hişkesalî heye, ji ber barana zêde lehî radibe û ziyanek mezin çêdibe.
Hatibû ragihandin ku li eyaleta Farsê ya li başûrê welêt di lehiya dawiya hefteyê da 22 kes mirin. Di meha Çile de li heman herêmê 8 kes ji ber lehiyê miribûn.
Di sala 2019’an de li başûrê Îranê ji ber baranên dijwar herî kêm 76 kes mirin û zêdetirî 2 milyar dolar zirar çêbûbû.