Li Îranê lehî: Di nava du rojan de 24 kes mir in, 19 kes jî winda ne

Li herêmên nêzî paytext Tehranê ya Îranê lehî rabûn, di nava du rojan de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes winda bûn.

Heyva Sor a Îranê di daxuyaniya nivîskî ya dayî de wiha got: “Li Gundê Îmamzade Davût ya Rojava û herêmên Fîrûzkûh, Rûdehen û Demavendê ji ber baranên zêde û lehiyan 24 kesan jiyana xwe ji dest da.”

Hate zanîn ku tîmên rizgarker hîna li 19 kesên winda digerin.

Wezîrê Karên Hundir Ahmed Vahîdî ji televîzyona dewletê re axivî. Vahîdî diyar kir ku bi giştî 18 eyalet ji lehîyan bandor bûne. Di nava van de Elbûrz, Mazandaran, Markazî, Îsfahan, Yezd û Tehran hene. Li Yezdê rê û bajarê dîrokî yê ÛNESCO’yê di bin avê de man.

Li Îran ku di rêjeyek mezin de welatek zuha ye, di 10 salên dawî de ji xeynî hişkahiyên dubare dibin ji ber baranên zêde lehî radibin û dibin sedemê gelek ziraran.

Hatibû zanîn ku dawiya hefteyê li Eyaleta Farsê ya li başûrê Welat, di encama lehiyan de 22 kesan jiyana xwe ji dest da bû. Di meha Çileyê de li heman herêmê 8 kes bûbûn qurbaniyên lehiyê.

Sala 2019’ê ji ber baranên zêde yên li başûrê welat hêrî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest da bû û zêdeyî 2 milyon dolar zirar çêbûbû.