Li Îranê krîz zêde dibe, çalakî berfireh dibin

Li gelek bajarên Îranê bi daxwazên cihê çalakî tên lidarxistin. Karker, karsaz û jîngehparêz jî tê de gelek alî dixwazin krîz çareser bibin.

Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye, xebatkarên saziyên hikumetê, peywirdarên nexweşxaneyê hatin ba hev. Li Îsfahan, Meşed, Zebcan û Tebrîzê jî karker daketin kolanan.

Li gorî ajansa nûçeyan a ILNA’yê roja Yekşemê karkerên taşeron ên ku di şaredariya Tehranê de dixebitin, ji ber ku nikarin meaşê xwe bistînin, li pêşiya meclîsa şaredariyê hatin ba hev. Di çalakiyê de hate xwestin ku bila şaredar îstîfa bike. Rêveberên bajêr diyar dikin ku şaredarî 54 milyon tumen deynê wê heye.

Li Tehranê xebatkarên saziyên hikumetê jî li pêşiya Wezareta Aboriyê hatin ba hev û meaşê xwe xwestin ên ku 48 meh in nehatiye dayîn. Çalakgeran diyar kirin ku 48 meh in ku meaşên wan nehatiye dayîn:

Li Tehranê jî komek li pêşiya bankaya navendî kom bûn û veberhênanên xwe xwestin. Çalakgeran diyar kirin ku ‘Îran bûye hêlîna dizan.’

Li bajarê Kerejê jî xebatkarên nexweşxaneyê ji bo meaşên xwe yên ku 11 meh in nehatiye dayîn li kampusa nexweşxaneyê kom bûn.

Li bajarê Îsfahanê jî jîngehparêz ji ber miçiqîna çeman li bajêr hatin ba hev. Jîngehparêzan astengkirina ava ji çemê Zayenderûdê şermezar kirin.

Li Meşedê jî çalakger li hemberî saziya krediyê ya Caspîanê daketin qadan. Vê çalakiya çalakgeran 2 sal in didome. Hikumetê soz dabû çalakgeran ku ew ê heqê wan bide.

Li Zencanê xebatkarên rûnê riwekî jî ji bo meaşê xwe daketin qadan. Xebatkaran diyar kirin ku 5 meh in ew nikarin meaşê xwe bistînin.

Xebatkarên şaredariya Kûzistanê jî ji ber ku 6 meh in nikarin meaşê xwe bistînin, nerazîbûn nîşan dan.

DI MEHEKÊ DE 271 ÇALAKÎ

Li gorî çavdêrên mûxalif di meha Çileyê de li 72 bajar, navçe û herêmên sanayiyê 271 çalakiyên protestoyê hatine lidarxistin. Ev jî tê wateya ku rojê 9 çalakî tên lidarxistin.