Li Îranê ji xeynî eyaletekê lehiyê li hemû eyaletan da

Li Îranê ji nav 31 eyaletan yek jê ne tê de, hemû eyaletên din di bin avê de man. Rejîmê diyar kir ku 19 kes mirine lê çavkaniyê ji herêmê diyar dikin ku herî kêm 150 kes mirine.

Li Îranê ji ber lehiyê gelek kes mirin û xisarên maddî çêbûn. Li gorî çavkaniyên herêmî tenê li Şîrazê herî kêm 120 kes ji ber lehiyê mirin. Av û elektrîka li herêmê hatiye qutkirin û mal di bin avê de mane.

Li Başûrê Rojavayê welat asta avê zêde dibe. Li Tehranê jî hişyarî hate kirin ku asta ava lehiyê bilind dibe.

Li welat hemû rê hatine qutkirin û rêya gundan girtî ne. Welatî diyar dikin ku rayedar alîkariya wan nake.

Hikumetê diyar kir ku 19 kes mirine lê çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku herî kêm 150 kes mirine.