Li Îranê hefteyên dawî bi dehan kes hatin darvekirin

Hate ragihandin ku li Îranê di nava du hefteyên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, hefteya derbasbûyî 32 kes hatin darvekirin.

27'ê Tîrmehê roja Çarşemê jî 3 jin ên ji ber kuştina hevserên xwe hatibûn mehkûmkirin, hatin darvekirin.

Li gorî agahiyan, yek ji van jinan Suheyla Abadî bû, ku hîn di 15 salî de bi zorê hatibû zewicandin.

Li gorî çavkaniyên muxalîf ên Îranî di 23'ê Tîrmehê de li girtîgehên li bajarên Zahedan, Zabûl, Kûm û Şîrazê 11 girtî hatin darvekirin.

21'ê Tîrmehê li Yezdê yek jê jin 3 girtî hatin darvekirin. Li Bircanê 2 girtî û 20'ê Tîrmehê jî li Îsfahan û Kûmê 2 girtî hatin darvekirin.

DI NAVA MEHEKÊ DE 54 KES HATIN DARVEKIRIN

Çavkaniyêm muxalîf diyar kirin ku ji 22'ê Hezîranê heta 22'ê Tîrmehê 8 jê Belûcî, 8 jê Kurd herî kêm 54 kes hatin darvekirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Îranê di 6 mehên destpêkê yên sala 2022'an de zêdeyî 250 kes hatin darvekirin. Ev hejmar li gorî heman pêvajoya sala derbasbûyî bi 2 qatî zêde bû.