Li Îranê êrîşa bi kêrê: 10 kes mirin

Li eyaleta Kermanê ya li başûrê Îranê, kesekî bi kêrê êrîş kir. Di encamê de 10 kes hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, cîgirê waliyê bajarê Rafsancanê Huseyîn Rezayî diyar kir ku bûyer roja Yekşemê qewimî û got, "Kesekî Efgan ji ber nakokiyan 10 kes kuşt."

Rezayî anî ziman ku yên hatine ukştin 6 jê Efgan, 4 jî Îranî bûn û diyar kir ku kesek jî birîndar bû.

Li gorî heman çavkaniyê, gumanbarê ku hewl dida eyaletê biterikîne hate girtin. Televîzyona dewletê îdîa kir ku gumanbarê nasnameya wî nehate eşkerekirin, "Tenduristiya wî ya mejiyî di cih de nîne" û "madeyên narkotîkê bi kar dianî."