Li Îranê erd hejiya
Li bajarê Kakî yê ser bi eyaleta Bûşehr a Îranê, di dijwariya 5,9 pileyî erdhejekê rû da.
Li bajarê Kakî yê ser bi eyaleta Bûşehr a Îranê, di dijwariya 5,9 pileyî erdhejekê rû da.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojî ya Enstîtuya Jeofîzîk a Zanîngeha Tehranê, erdhejek bi dijwariya 5,9 pileyî rû da û navenda wê jî bajarê Kakî yê ser bi eyaleta Bûşehrê ye. Erdhej li gorî dema herêmê saet 06:34'an bi 18 kîlometreyan li binê erdê rû da.
Rayedaran li ser mirî û birîndaran heta niha ti daxuyanî nedane.
Li eyaleta Bûşehrê ku li qiraxa Kendava Basra ye, tekane santrala nukleerî ya vî welatî heye.