Li Îranê di rojekê de 54 kes mirin, 70 hezar girtî hatin berdan

Di nava rojekê de ji ber şewba koronayê li Îranê 54 kes mirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê, Dr. Kiyanûş Cihanpûr bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji duh ve li Îranê 54 kesên din ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane. Herwiha heta niha li Îranê bi giştî 291 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Cihanpûr ragihand ku ji duh ve 881 kesên din bi vîrûsa korona ketine. Bi giştî heta niha li Îranê 8 hezar û 42 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Cihanpûr diyar kir ku heta niha 2 hezar û 731 kes jî baş bûne.

Herwiha tê gotin ku li Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê yên Rojhilatê Kurdistanê 434 kes bi vîrûsa korona ketine.

Her wiha Îranê ji ber vîrûsê ragihandibû ku wê 9’ê Adarê 70 hezar girtiyan berdin. Serê meha Adarê hatibû ragihadin ku 50 hezar girtî hatine berdan. Li gorî çavkaniyên muxalîfan li gelek girtîgehan vîrûs hatine dîtin.