Li Îranê di merasîma cenaze de zêdetirî 50’î kes mirin
Li bajarê Kerman yê Îranê ji ber îzdihama di merasîma cenazeyê fermandarê Îranî Qasim Silêmanî de hejmara kesên mirî 50’î derbas kir.
Li bajarê Kerman yê Îranê ji ber îzdihama di merasîma cenazeyê fermandarê Îranî Qasim Silêmanî de hejmara kesên mirî 50’î derbas kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îsnayê şefê alikariya destpêkê ya bajarê Kerman Mûhammed Saberî diyar kir ku hejmara kesên di îzdihama cenaze de mirîn 50’î derbas kir.
Saberî diyar kir ku 212 kes birîndar bîne û ji nava hinek ji wan giran in.
Ji ber vê îzdihamê merasîma veşartina cenazeyê Qasim Silêmanî hate taloqkirin.