Li Îranê di merasîma cenaze de îzdiham: Herî kêm 35 kes mirin

Li bajarê Kerman ê Îranê di dema merasîma cenazeyê general Qasim Silêmanî de îzdihamê rû da. Tê gotin ku bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane.

Ji bo Qasim Silêmanî ku li nêzî balafirgeha Bexdayê roja Înê ji aliyê DYE'yê ve hate kuştin li bajarê wî Kermanê merasîma cenaze pêk hat.

Li gorî saziya radyo û televîzyonê ya Îranê IRIB, ji ber îzdihama li merasîmê herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.

Rayedarekî xwecihî û got, "Mixabin ji ber tevlîbûna zêde û îzdihamê ya li Kermanê gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn û rakirin navendên tenduristiyê."