Li Îranê di kana komirê de teqîn çêbû: 6 karker mirin
Li bajarê Damgan ê li bakurê Îranê, li kaneke komirê teqîn çêbû. 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Damgan ê li bakurê Îranê, li kaneke komirê teqîn çêbû. 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ÎRNA'yê li bajarê Damgan ê Eyaleta Semnanê roja Yekşemê 6 karker piştî teqîna li kana komirê asê man.
Di encama hewldanan de cenazeyên şeş karkeran hatin derxistin.
Teqîn ji ber sedemeke nediyar li tuneleke bi 400 metreyî kûr qewimî.
Di Gulana 2021'ê de jî di encama hilweşîna kanekê de du karkeran jiyana xwe ji dest dabûn.
Sala 2017'an li bajarê Azadşehr ê li bakurê welêt 43 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn û ji ber vê yekê jî xwepêşandanên li dijî desthilatdariyê destpê kiribûn.