Li Îranê di hefteyekê de teqîna sêyemîn

Li başûrê rojavayê Îranê li santraleke elektrîkê teqîneke mezin pêk hat.

Li gorî medyaya herêmî ev teqîn roja Şemiyê li santrala elektrîkê ya El Zarkanê pêk hat.

Di nava hefteyekê de sê teqîn pêk hat. Roja Pêncşemê li baregeha nukleer a Natanzê jî teqînek pêk hatibû. Roja Înê rayedaran diyar kirin wan problem tespît kirine lê ji ber ewlehiyê wê eşkere nekin. Li gorî hin çavkaniyan bombeya atomê teqiyaye.

Di 30’ê Hezîranê de jî li navendeke tendirustiyê teqînek pêk hat û herî kêm 20 kes mirin.

Ji xeynî van teqînan di 25’ê Hezîranê de jî li Hojîrê li nêzî tesîseke fuzeyê teqîneke mezin pêk hat. Rayedaran her carê hincetên cihê diyar kirin.