Li Îranê çalakiyên protestoyê berbelav dibin

 Li Îranê çalakiyên gel yên li dijî rewşa giran a jiyanê, nelirêtî, qutbûna av û ceyranê belavî navenda welat Îsfahan û gelek bajarên din bû.

Li Îsfahanê çalakger li dijî rewşa giran a jiyanê û qutbûna av û ceyranê daketin kolanan.

Çalakî ji aliyê esnafên bajar ve hate destpêkirin û şifêrên qemyonan ên di grevê de jî piştgirî dan çalakiyan. Şifêrên qeymonan ev hefteyek e di grevê de ne. Ji roja înê ya derbasbûyî ve li 30 eyaletan û 112 bajaran şifêrên qeymonan di grevê de bûn. Agahiyên nû yên têkildarî grevê nehatin bidestxistin.

Çalakiyên prostestoyê belavî bajarên din jî bûn. Li bajarê Şast yê dikeve bakurê welat jî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de dirûşmeya ‘Bi van nelirêtiyan wê Îran tu caran negihe silametiyê û wê azad nebe.”

Li bajarê Ahvaz yê dikeve başûr rojavayê welat perwerdekaran jî çalakiyek mezin li dar xistin. Çalakgerên ji tevahiya eyaleta Hûzîstan hatin li ber navenda perwerdehiya eyaletê li hev civiyan û daxwaza mûçeyên bilind kirin.

Karkerên Gara Zencanê jî roja Sêşemê çalakiyek li dar xist û daxwaza mûçeyên xwe kirin. Karkeran gotin ev 4 meh e mûçe wernagirin û 12 meh in ewlehiya teqawidbûnê wernegirtine.

 Karkerên rêya trenê û hempîşeyên wan li bajarên Tebrîz, Şahrûd, Damkan, Semnan, Lorîstan, Andîmeş û Îslamşehir çalakiyên protestoyê li dar xistin û dest bi grevan kirin.